Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heyeta HDPyê ya ji Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevberdevka Komisyona Karûbarên Derve Feleknas Ûca, Berdevka Komisyona Hiqûqê Ayşe Acar Başaran û parlamentera Mêrdînê Pero Dundarê pêk hatiye ji bo hevdîtinan bi rayedarên ewropî re bikin çûne Strasbourgê.
Heyet îro (16ê Îlonê) wê li Strasbourgê beşdarî civîna gelî bibe û sibê jî wê bi Koma Dostaniyê ya Kurdan ya Parlamentoya Ewropayê û komên partiyên siyasî yên Parlamentoya Ewropayê re bicive.
Di heman rojê de wê dîsa bi beşdariya komên partiyên siyasî yên Parlamentoya Ewropayê re li ser pirsgirêkên herêmî, têkiliya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û demokratîkbûna Tirkiyeyê de civînekê bibe.
Temellî û heyeta pê re wê roja çarşemê (18ê Îlonê) beşdarî dadgehkirina Selahattîn Demîrtaşî bibe ku li Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê pêk bê.
Raportorê NYyê di Çiriya Pêşiyê de wê were Tirkiyeyê
Roja 11ê Îlonê li Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê, biryara tayînkirina qeyûmên ji bo Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine nîqaşkirin.
Biryar hatiye standin ku di navbera 1 û 4ê Çiriya Pêşiyê de raportorê Tirkiyeyê ji bo derbarê şaredariyên ji wezîfeyê hatine wergirtin lêkolînê bike, were Tirkiyeyê. Raportor piştî kongreya meha Çiriya Pêşiyê wê di meha Çiriya Paşiyê de cara duyem serdanê bike.
Her weha raportorê NYyê jî ji bo lêkolîna heman mijarê wê di meha Çiriya Pêşiyê de were Tirkiyeyê. (RT/AS/FD)