Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza derbarê wê bûyera ku di 8ê Tîrmeha 2018ê de li navçeya Çorlûyê ya Tekîrdagê çêbûbû, îro li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Çorlûyê dest pê kiriye. Di encama bûyerê de 7 jê zarok 25 kes miribûn.
Hemû malbatên kesên di bûyerê de mirine û kesên xwestine dadkirinê bişopînin nekarîne bikevin salona dadgehê. Ji ber vê rewşê li ber deriyê salonê tevliheviyek çêbûye. Polîsên li ber deriyî, li hin kesan daye. Piştî ku parêzeran midaxele kiriye, kesên li ber deriyî mane jî ketine hundirê salonê.
Danişîne saet li derdora 11.00ê dest pê kiriye.
Beriya tespîtkirina nasnameyên bergumanan, parêzerên xizmên kesên mirî ne derbarê bûyerên li ber deriyê salonê de xwest ku nêrîna heyetê bizanibin.
Parêzer Under: Derî li ber me girtin
Parêzer Mursel Underî gotiye, “Me berê jî gelek caran ji we re gotibû ku hejmara kesên mexdûr in û gilîkar in zêde ye wê hejmar zêde be, we qebûl nekir. Dibe ku ne erka we be jî lê divê hûn bizanibin, me xwest saet di 9an de werin ba hev û bimeşin. Malbatên ku xizmên xwe winda kirine, weke ku sûcek kiribin rastî helwesta polîsan hatin. Ji ber ku edaletê dixwazin.
“Me xwest em bikevin bexçeyê edliyeyê ku herkesê bixwazi bi hêsanî dikare were vir. Deriyên hesinî ji ber sedema ewlehiyê li ber me girtin. Dema em hatin deriyê salona konferansê, digel ku danişînê dest pê nekiribû, hin kesên nasnameya wan ne diyar xwestin li nasnameyên me binêrin û me bi vî awayî bixin hundiro. Dîsa bi sedema ewlehiyê…
“Di encamê de hinek ji me ketin hundiro. Lê beriya ku hûn danişînê bidin dest pê kirin û biryarê bidin ku bila derî bên girtin, deriyên salonê hatin qefaltin. We kesên di hundiro de sînordar kir û ev jî sûcê sînorkirina azadiyê ye.
“Li kesên li derve mane û li me parêzern dan. We nedît. Em ji we re behs dikin. Miwekîlên me jî wê behsa wê bikin. Li gel we û li gel dozgerê komarê, em giliyê kesên berpirsiyar dikin. Ev erka we ye.
Lê heyetê ev daxwaz qebûl nekiriye.
Çar xebatkar tên dadkirin
Dozgerê Komarî di nêrîna xwe de gotiye ku ew ê giliyê wan kesan li gel Serdozgeriya Komarî yê bike ku beriya danişînê “li derveyî fermanê tevgeriyane û hêzeke zêde bi kar anîne”.
Heyeta dadgehê diyar kiriye ku ji ber êrîşên beriya danişînê ew weke berpirsiyar tên nîşandan û ew ê ji dest ji erka dadkirinê berdin. Ji bo nirxandina biryara heyeta dadgehê, biryar ji 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Çorlûyê re hatiye şandin.
Di dosyayê de navên çar xebatkarên saziya Rêyên Hesinî ya Komara Tirkiyeyê (TCDD) heye û bi “kuştin û birîndarkirina bi qisûr” tên dadkirin.
Gokmen Yeşîl, Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yê Stenbolê ji bianetê re got, ew ne li bendî biryara bi paş de kişandina heyeta dadgehê bûne. Yeşîlî diyar kir ku malbat nêzîkî salekê ye ku li bendî bûn derdên xwe bînin ziman û dê ev biryar bandoreke neyênî li ser malbatan bike. (AS/FD)