Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina rojnameger Abdurrahman Gokî ya bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandeya rêxistinê kiriye” li Amedê dewam kiriye. Gokî di Newroza 2017an a Amedê de fotografên dema kuştina Kemal Kûrkûtê xwendekarê zanîngehê kêlî bi kêlî girtibû. Piştî wê jî doz li Gokî vebûbû.
Dadgehkirina Gokî li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Gok, parêzerên wî Resûl Tamûr û Mehmet Emîn Aktar beşdarî danişînê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, heyeta dadgehê guheriye û Dozgerê Komarî ji heyeta nû xwestiye ku ji ber du fotografan giliyê Gokî li bal Serdozgeriya Komarî ya Amedê bikin. Gokî fotografên navborî di 18ê Kanûna Paşiyê ya 2017an de û 1ê Çiriya Paşiyê ya 2018an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye. Dozgerî îdiaya ku kiriye ku Gokî bi weşandina wan fotografan propagandaya rêxistinê kiriye.
Her du jî fotografên ji bo nûçeyan e
Heyeta dadgehê fotografên navborî ji Gokî pirsiye û wî jî wiha bersiv daye:
“Ez rojnameger im, ez li parvekirinên xwe baldar im. Ez parvekirinên xwe li ser hesabê xwe yê pesendkirî yê twitterê diweşînim. Bi giştî ez nûçeyan, nûçeyên ku min amade kirine û fotografên ku min girtine, diweşînim. Min li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi qasî 30 hezar nûçe weşandine. Ez nizanim fotografên ku behsa wan tê kirin çi ne. Ez nizanim, ev fotograf dûvika wan nûçeyan e ku min parve kirine yan na.”
Li ser vê rewşê fotograf bi rêya parêzeran nîşanî Gokî dane. Gokî gotiye: “Yek ji van fotografan min di sala 2014an de li kobaniyê, yê din jî di sala 2017an de dema ku Hevpeymana Navnetewî midaxele li Reqqayê kir, min girtiye û min di nûçeyan de bikar aniye.”
Parêzeran guhertina qanûnê bibîr xistiye
Parêzer Resûl Tamûr guhertina di yasaya hejmar 3731ê de bibîr xistiye û gotiye ku li gorî vê guhertinê, parvekirinên bi armanca nûçeyan êdî nabin sûc û fotografên navborî jî weke nûçe hatine weşandin.
Dadgehê daxwaza dozgerî qebûl kiriye û biryar daye ku ji ber her du fotografan giliyê Gokî bikin. Her weha dosyeya ku Gok ji ber wê di sala 2015an de hatibû dadgehkirin û biryara beraetê jê re derketiyê, ji 8em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bixwaze.
Dadgehkirin wê 20ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan dewam bike. (KÖ/FD)