Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konferansa Destpêka Sala Nû ya Akademîk a Kostebek Akademiyê wê bi beşdariya Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû, Doç. Tr. Sevîlay Çelenk û Prof. Dr. Taner Tîmûrî dest pê bike.
Konferans wê 20ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) li Salona Ayê ya Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê bi rê ve biçe. Di konferansê de Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû ku ji Faqulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê hatiye ixrackirin wê li ser “Dahatûya me ya Destûrî û Ciwan”, Doç. Tr. Sevîlay Çelekn ku ji Beşa Radyo, Televizyon û Sînemayê ya Zanîngeha Enqereyê hatiye ixrackirin wê li ser “Têkoşîna Desthilata Çandî û Tesfiyeya Zanîngehan” û Prof. Dr. Taner Tîmûr ku ji Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê teqawit bûye jî wê li ser “Pevçûna Zanîngeh, Zanist û Demokrasiyê” biaxivin.
Konferans wê saet 19.00ê dest pê bike û çi kesên ku bixwazin, wê karibin beşdar bibin.
Kostebek Akademî ji hêla wan xwendevanan ve hatiye avakirin ku di bin banê Diren Üniversite (Li Ber Xwe Bide Zanîngeh), tevgera xwendevanên serbixwe de ye. Piştî konferansê serdema nû wê bi panêlan berdewam bike.
“Me bi akademisyenên ku hatine ixrackirin ders da”
Ji Kostebek Akademiyê Şerîban Alkişê gotiye, ew ji bo nîqaş û hevpeyvînan di bin navê Kostebek Akademiyê hatine ba hev. Wan bi akademisyenên ku bi taybetî hatine ixrackirin dest bi dersên ji herkesan re vekirî kirine.
“Bertekên erênî me ji bo dersên vekirî wergirt. Her çû me birêkûpêktir ev tişt çêkirin. Serdema borî me bi Ozgur Muftuoglû, Yuksel Taşkin, Alaeddîn Şenel, Tul Akbal, Emre Tansû Keten, Ayşe Dûrakbaşa, Fûnda Karapehlîvan, Fûat Ercan, Dîdem Dayi, Ceren Akçabay û hin dersdêrên me yên din ên min navê wan niha ji bîr kirin akademî bi rê ve birin.” (BK/FD)