Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hewldana Hemwelatiyan derbarê grevên birçîbûnê de daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, “Ya girîng jiyaan e! Em nebin temaşevanên mirinan”.
100 roj in ku Leyla Guven, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo tecrîta li ser Abdûllah Ocalan, Serokê PKKyê bê rakirin di greva birçîbûnê de ye. Sebahat Tûncel Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Selma Irmak, parlamentera kevin a Colemêrgê jî ji 15ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê û vir ve di greva bêdem û bêdor de ne. Her weha li girtîgehan zêdetirî 300 girtî jî di greva pirçîbûnê de ne.
Hewldana Hemwelatiyan îro derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kirine û diyar kirine ku grevên birçîbûnê ji hundir ber bi ji derve belav bûye û rewşa tenduristî ya gelek çalakvan hindik maye ku sînorê xeteriyê derbas bikin yan jî derbas kirine.
“Ti tiştek ji jîna mirovan ne bi nirxtir e”
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Dewlete ya rasterast ji jiyana hemû welatiyan û bi taybet jî ji ya girtiyan berpirsiyar. Ji bo çareseriya pirsgirêkê û pêşî li pêşketinên bibin sedema mirinan bigire, bêyî ku vîn û rûmeta kesan bipelixîne û serî li rêyên ji derveyî etîkê bide, divê bilez diyalog were danîn.” (AS/FD)