Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên HDPyê serdana Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê kirine û jê re gotine, “derbasbûyî be”.
Li ser sînorê Tirkiye-Iraqê çar leşker hatiye kuştin. Rêûrismê binaxkirina leşkerê bi navê Yener Kırıkçı li bajarê wî, Enqereyê hatibû kirin. Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû beşdarî rêûrismê bûbû.
Bixwîne - CHP dê li 81 bajaran derkeve kolanan
Komekê pêşiyê dirûşmên “bila PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) derkeve” gotibû. Paşê li benda Kiliçdaroglûyî mabûn ku ew ji cihê rêûrismê derkeve. Dema derketî êrîşî wî kiribûn.
Li gel Temelli û Bûldanê, Wekîlê Serokê Meclîsê û Parlamenterê HDPyê Mîthat Sancar û Alîkarê Hevserokan û Parlamenter Alîcan Onlu jî çûne serdana Kiliçdaroglûyî.
Bixwîne - Ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî 6 kes hatine desteserkirin
Li gorî daxuyaniya ku HDPyê daye, HDPyî nîv saetê bi Kiliçdaroglûyî re civiyane. Di civînê de behsa pêşxistina helwesta mixalefeta civakî ya li dijî vê rewşê guftûgo hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku yek ji sedemên vê êrîşê encamên hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê ye û bi vê êrîşê re hatiye xwestin ku ev encam veneguhezin yekîtiya civakî.
Bûldan û Temelliyî berê bi civîneke çapemeniyê êrîş şermezar kiribûn. (HA/FD)