Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Silîvriyê, Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ê HDP jî ji Colemêrgê derbarê “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyan” de axivîne.
Bûldanê di axavtina xwe de diyar kiriye û gotiye, “Ev meş di heman demê de ji bo Osman Kavalayî ye. Ji bo mîlyonan kesan e, ew kesên ku ji aliyê hukumeta AKPyê ve mexdûr bûne û bi hejarî û feqîriyê re rû bi rû mane. Ev meş dê bidome."
Bûldan: Meş li dijî girtinên neheq e
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Bûldanê di axavtina xwe de destnîşan kiriye û gotiye, “Nûnerên mîlyonan li Edîrneyê ye. Di serî de li Girtîgeha Edîrneyê û li gelek girtîgehên din parlamenter û hevşaredar girtî ne. Darbeyê li dijî partiya me pêk tînin. Ev meşa me ji bo darbeya li dijî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û bi hezaran hevalên me ne. Ev meşeke demokratîk e. Meşa li dijî girtinên neheq e.”
Hevseroka HDPyê weha pê de çûye: “Ev meş ne bi tenê ji bo Demîrtaşî û Yuksekdagê ye. Ev meş di heman demê ji bo siberojek demokratîk, aştiyane û azadiya gelên Tirkiyeyê ye. Ev meş di heman demê de ji bo Osman Kavalayî ye. Ji bo mîlyonan kesane, ew kesên ku ji aliyê hukumeta AKPyê ve mexdûr bûne û bi hejarî û feqîriyê re rû bi rû mane. Ev meş dê bidome.”
Sancar: Em ji bo edaletê dimeşin
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ê HDPê li avahiya HDPyê ya Colemêrgê derbarê “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyan” axiviye û gotiye, “Ev meş, meşa demokrasiye ye. Tekane şertê demokrasiye ew e ku divê xwedî li îradeya gel derkevin. Darbeya herî mezin polîtîkaya Qeyûman e. Gelê Colemêrgê bi rêjeya sedî 65an şaredarê xwe hilbijart. Destdanîna ser şaredariyê û wezîfedarkirina fermanberê xwe ji bo ser şaredariyê, xesp kirina îradeya gelê Colemêrgê ye. Em ji bo parastina vê îradeyê li vir in.”
Sancar weha pê de çûye: “Em ji bo edaletê dimeşin. Em ji bo edaletê li vir in. Em ji bo Leyla Guvenê, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû dimeşin. Em ji bo Hevserokên HDPyê yên berê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Abdullah Zeydan, Gultan Kişanak, Osman Kavala, rewşenbîran û ji bo hemû rojnamegerên di gîrtîgehan de ne dimeşin." (AY/FD)