Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) 4emîn kongreya xwe ya giştî li Odeya Endezyarên Înşatê ya girêdayê Yekîtiya Odeya Endezyar û Mîmaran (TMMOB) pêk anî.
Di kongreya bi dirûşmeya ‘Ji kevneşopiyê ber bi pêşerojê ve. Em pêngavê bilind bikin, azadiyê bidest bixin’ pêk hat de hevserokên nû hatin hilbijartin.
Hatîce Denîz Aktaş û Murat Çepnî ji bo dema nû wekî hevserokên giştî hatin hilbijartin.