Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon ku wê başdarê Civîna Yekemîn ya Mirovahiya Dinyayê be re name şand.
Civîn îro û sibê li Stenbolê tê lidarxistin.
Beriya civîna ku li ser banga Ban Ki Moon ve tê lidarxistin , Hevserokên HDPê di nameya xwe yên ji re şandîn de ragihandin ku ew civînê bi taybetî dişopînin.
Di nameya hevserokan de wiha hat gotin:
‘Ji nişkeva hevdîtin hat qutkirin’
‘Di vê serdema hanê de ku li Tirkiyeyê ku derfetên aştî û demokrasiyê ji hêla dewletê ve hatiye xera kirin, li herêmên kurdan şer û hilşandina qadên jiyanê çiqas diçe girantir dibe û li sînoran jî di dîrokê de trajendiya herî mezin ê penaberan rû daye de; civînek tê lidarxistin.
‘Em ji vê civînê gelek bi fikar in ku ji bo veşartina binpêkirina mafan û sûcên mirovahiyê ku ji hêla rejîma Erdogan ve hatiye kirin, bibe sedem û ew him bi hiqîqa neteweyî him jî ya navneteweyî de neyê darizdandin.’
‘Rejîma Erdogan ku xwediyê sîstemeke denge-frênê nîne, operasyonên ku li dijî saziyên sivîl, saziyên medyayê, partiyên siyasî û zanîngehan ku bi feraseta dewleta otorîterî pêk tînin; weke ‘Tirkiyeya Nû’ bi nav dike.
Di nameyê de hat gotin ku divê ji bo çareseriya krîzên li Tirkiyeyê ferasetên nû werin pêşxistin û wiha hat gotin:
‘Niha li Tirkiyeyê bi milyana kurd û zêdetirkî ji milyonek welatiyên sûrî hewl didin ku di nav wê rewşa ku behsê kir de bijî.’
‘Wezîfeya serke a Civîna Yekem ya Mirovahiya Dinyayê ew e ku ji bo vê rewşa awarte ku li welatê me pêk tê pozîsyoneke baş hilgire û ji bo çareseriya vê krîzê ferasetên nû pêş bixe.’
(AS/YO)