Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag bi biryara dadgehê eve hatin girtin.
Îro (4ê Mijdarê) destê sibehê li hemberî HDPê operasyon pêk hat hevserokên partiyê jî tê de 12 parlementerên wan hatin binçavkirin.
Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag li Enqereyê li mala xwe bi derîşikandinê hat binçavkirin û wê anîn Amedê.
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş jî li Amedê li mala xwe di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.
Her du hevserokan piştî îfadedayîna li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Biryara girtina derbarê Demirtaş û Yujksekdag de beriya ku ji parêzerê wan re were gotin, ragihandine DHA û AAyê.
Îfadeya Hevpar
Parlementerên HDPê li dozgeriyê û dadgehê jî heman îfadeyê dan. Îfadeya wan ê hevpar bi vî rengî ye:
"Partiya min di hilbijartinên 7ê hezîrana 2015an de ji 6 milyonî zêdetir deng girtin û ket parlementoyê. Ji bendava %10 derbas bû û 80 parlementer birin meclisê. Vê yekê îktîdara AKPê ya bi serê xwe bi dawî kir. Tayyip Erdogan li hemberî îradeya gel rêz negirt û avakirina hikûmeta koalîsyonê asteng kir. Di vê navberê de dawî li pêvajoya çareseriyê anî. Ji ber ku encamên hilbijartinê kêrî karê wî nehat şer da destpêkirin û şewat berda welat. Ji ber hawira şer a hatî afirandin welatiyan bi tirs û xofa ewlehiyê, di nav şokbûnekê de tev li hilbijartina ji şert û mercên wekhevî û adîl dûr, bû. Erdogan bi awayek bêrê û rêbaz, parlemento, daraz fes kiriye.
Li aliyê din, di dema Serokwezîrtiya xwe de gelek sûc kirine. Ji rişwet, dizî, pakandina pereyê qirêj, qulkirina ambargoya navneteweyî ya li ser Îranê, piştgiriya komên terorîst ên li Suriyeyê gelek sûcên mezin kirine. Ji bo xwe ji van sûcan xilas bike li hemberî darazê darbe pêk aniye, bi zordariyê daraz kontrol kiriye. Ji bo bi tevahî sûcên xwe veşêre dixwaze tevahiya rayeyan bigire destê xwe. Ji bo vê welat xistiye nav pêvajoyek şer a dijwar. Ji bo rejîma diktatorî ava bike, hemû rê û rêbazan pêk tîne.
Erdogan li hemberî rejîma xwe ya dîktatorî astenga herî mezin wekî HDP dibîne. Ji ber ku partiya me di hilbijartinên 1ê Sermawezê de bi 59 parlementeran ket parlementoyê, Erdogan nikare Makeqanûnê li gorî xwe çê bike û rejîma dîktayê ava bike. Ji bo vê bi armanca hejmara 367 parlementeran bi dest bixe, dixwaze hilbijartinek pêşwext an jî herêmkî pêk bîne."
Di berdewama parastinê de rêgezên HDPê yên wekî neteweya demokratîk, pir zimanî, pir çandî, demokratîk, ekolojîst tên vegotin û yekîtiya gelên tirk, kurd, ereb, ermen, tirkmen, çerkez, baweriyên suryanî, êzidî, mihelmî û derdorên din ên cuda tê bi bîrxistin. Di parastinê de bi taybetî li ser helwesta HDPê ya di warê azadiya jinê de tê destnîşan kirin û rêjeya jinê ya di nav siyaseta demokratîk a HDPê de tê vegotin. Hewildanên HDPê yên ji bo aştiya civakî tên daxuyandin û têkoşîna wê ya ji bo aştiyê tê destnîşankirin.
HDP êrîşên li hemberî parlementeran û darizandina parlementeran jî wekî tehdîdet li hemberî van daxwazên mirovîn dinirxîne. Parastin bi biryardarî û hêviya ku dê bi têkoşîna hevpar pêşiya faşîzma tê xwestin bê avakirin, bigire û têkoşîna demokrasiyê dê serbikeve.
Daxwaz û hêviyek min ji we tune ye. Ancak gelê min dikare xebatên min ên siyasî bidarizîne.”
(EA/YO)