Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozgur Ozelî
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li dijî operasyonên ser CHPê û ji bo piştgiriyê roja înê wê biçin serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li dijî operasyonên li dijî CHP’ê ji bo piştevaniyê dê di roja înê de biçin serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel.
Di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê de ku di 8’ê Îlonê de hate lidarxistin, hat gotin ku ew ê li dijî operasyonan derkevin û piştgiriyê bidin CHP’ê.
Biryara serdana hevserokên giştî piştî civîna MYK’ê hate dayin.
(EMK/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.