Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) yên Esenyurt, navçeya Stenbolê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan hatin desteserkirin.
Polîsan îro di danê sibehê de bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurt a Stenbolê de girtin. Piştî lêgerînê, Rêveberiya Emniyeta Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Hevserokên Navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan kir.
Polîsan bi ser avahiya Navçeya Esenyûrtê ya DEM Partiyê de girtin
18 Mijdar 2024
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Yilmaz û Arinan li Emniyetê hatin desteserkirin. Di heman demê de polîsan saet di 15.30ê de li malên her du hevserokan lêgerîn kirin.
Hat zanîn ku ji bo hevserokan biryar hate dayin ku nekarin 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.