Hevserokê SESê yê Amedê Ûlûs: Nexweşxaneyên Amedê barê 10 bajaran hildigire
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs, diyar kir ku nexweşxaneyên Amedê ne tenê xizmetê didin nûfusa bajar, di heman demê de barê tenduristiyê yê nêzî 10 bajarên herêmê jî hilgirtiye û got ku ji ber vê giraniyê, kapasîteya fîzîkî û teknîkî ya sazûmanên tenduristiyê têrê nake.
‘Qadên mayîn û razanê gelekî teng in’
Li gorî nûçeya Ajansa Welat, Mehmet Nûr Ûlûs destnîşan kir ku nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rû bi rû ne.
“Li gelek beşan kêmasiyên pergala oksîjenê hene, qadên mayîn û razanê yên nexweşan gelekî teng in û şert û mercên paqijiyê jî li jêrî asta pêwîst in. Mirov dema diçin nexweşxaneyan, ji ber kêmasiya xizmetê, nebûna alavên paqijiyê û rûniştvanên nebaş ên li korîdoran, rastî zehmetiyên giran tên. Nexweşxaneyên ku ji bo 500 kesan tên plankirin, di nava sê salan de hejmara nexweşên wan digihîje hezarî û ev yek dibe sedem ku tevahiya binesaziyê hilweşe û xizmet rawest in.”
‘Bijîşk neçar dimînin di nav 3-4 deqeyan de li nexweşan binêrin’
Mehmet Nûr Ûlûs anî ziman ku ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve jî krîzeke mezin heye.
“Ji ber kêmbûna kadro û zêdebûna hejmara nexweşan, barê kar li ser bijîşk û karkerên tenduristiyê gelekî giran bûye. Li gorî pîvanên tenduristiyê yên cîhanî divê herî kêm 12 deqe ji bo pişkinîna nexweşekî bê veqetandin, lê îro li Amedê bijîşk neçar dimînin di nav 3-4 deqeyan de li nexweşan binêrin. Di demeke ewqas kurt de ne pêkan e ku nexweşî bi rêkûpêk bê fehmkirin û dermankirineke rast bê meşandin.”
‘Pêwîstî bi gavên mayînde heye’
Mehmet Nûr Ûlûs der barê projeyên “Nexweşxaneyên Bajarî” de jî anî ziman ku desthilatdarî van projeyan wekî mizgînî û çareserî pêşkêş dike, lê di rastiyê de ev proje bixwe dibin çavkaniya qeyranê.
“Ev kompleksên mezin bêyî ku pêdiviyên herêmê û paşerojê li ber çavan bên girtin tên avakirin û di demeke kurt de têrê nakin. Her wiha pirsgirêka cîhê mayînê ji bo xizmên nexweşên ku ji bajarên din tên gelekî giran e, her çend Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hewl bide bi vekirina mêvanxaneyan vê kêmasiyê bigire jî, pêwîstî bi gavên mayînde û berfireh heye.”
‘Zimanê zikmakî ji bo tenduristiyê şertekî jiyanî ye’
Her wiha Ûlûs bal kişand ser xizmetdayîna bi zimanê zikmakî û da zanîn ku ji bo tenduristiyê şertekî jiyanî ye û banga têkoşîneke hevpar li tevahiya civakê kir.
“Divê gel û kedkarên tenduristiyê destê xwe bidin hev da ku li dijî vê pergala bazarê, xizmeteke tenduristiyê ya giştî, bêpere, demokratîk û bi zimanê zikmakî bê avakirin.”
(FY)