Hat ragihandin ku Hevserokê şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Alî Aydin(68) li Çîglîya Îzmîrê, di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku Alî Aydin dema ku li navçeya Çîglîyê ya Îzmîrê meşa xwe ya sibê dikir, di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyan, cenazeyê Aydin li ser rêya ku ew lê dimeşiya hatiye dîtin. Sedema êrişê heta niha diyar nebûye.
Cenazeyê parêzer Aydin birine Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Her weha dozgeriyê têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.
Rêvebiriya Emniyetê ya Îzmîrê têkildarî bûyerê daxuyanî da û ragihand ku faîl M.D.E.yê 28 salî ye û hatiye desteserkirin.
(AB/AY)
