Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan duh li navçeya Amedê ya Rêzanê serdana esnafan kir. Gera Bakirhanî ya di nava bazarê de Dortyola navçeya Rêzanê destpêkir.
Parlamenterên HEDEPyê Sînan Çîftyurek, Çîçek Otlû, Celal Firat û Ceylan Akça tevî Bakirhanî li heta Bazara Ocaxa Tenduristiyê geriyan û bi esnafan û welatiyan re axivîn.
Serdana Bakirhanî û parlamenteran saet di 15.00ê de dest pê kir û welatiyan bi sloganên “Bijî berxwedana HEDEPyê”, “Bijî Berxwedana Amedê” berz kirin û bi çepik û tîlîyan Bakirhan pêşwazî kirin.
“Ji kengî ye em li benda we ne”
Esnafekî ciwan ji Bakirhanî re got, “Hûn li ser çavan hatine. lê xwezî hûn zûtir bihatana. Ji kengî ye em li benda we ne.”
Dayikekê jî ji Bakirhanî re behsa xizaniyê kir. Bakirhan jê re got “Em ê bi hev re bera van dizan bidin.”
Dayikeke din jî gazind ji buhabûnê kir û ji Bakirhanî pirsî: “Ka em ê çawa bijîn?” Bakirhanî ew bersivand û got, “Lazim e em vê ji Tayîp bipirsin.”
Dikandarekî jî Bakirhanî re got; “Em ê heta gorê li gel we bin”
Gelek polîsan ew şopandin
Di dema serdana Bakirhanî ya bazarê de gelek polîs li der û dorê kom bûbûn û ji serî heta binê serdanê ew şopandin. Serdana heyeta HEDEPyê bi qasî saetekê berdewam kir. (BA/FD)