Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameyeka Almanyayê ya bi navê Neue Zürcher Zeitungê bi hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaşî re hevpeyvînek kir.
Dîlgirtîyên sîyasî
Demîrtaşî got:“Em dîlgirtîyên siyasî ne encama dadkirinê dê li gor guherînên siyasî be.”
Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye. Hevseroka HDPyê ya ku parlamenteriya wê hatiye betalkirin, Fîgen Yûksekdag û 11 parlamenterên ji HDPyê girtî ne.
142 sal
Rojnameyê nivîsî: “Dozgeran daxwaz kiriye serokê navdar ê partiya duyem a mixalif, 142 salan girtî be. Bi sûcê ku wî ji bo rêxistinekê, ji bo PKKyê, “propagandaya ji bo rêxistina terorî” kiriye.. Ku Demîrtaş vê yekê bi rijdî red dike.”
“Îmkanên dadkirina adilane nemane”
Malpera HDPyê vê sibeyê wergera ji bo zimanê Tirkî ya hevpeyvînê weşand.
Demîrtaşî gotiye: “Îmkanên dadkirina adilane nemane.
“Hêj ez nehatîm dadkirin ez wek terorîst tême îlankirin. Ev rasterast talîmatek e.”
Kronolojîya girtin û desteserkirina parlamenterên HDPyê
Piştî ku parêzbendiya parlamenterên HDPyê hat betalkirin gelek parlamenterên HDPyê hatin desteserkirin û bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. 13 parlamenter hatine girtin. Herî dawiyê parlamenteriya Yûksekdagê hat betalkirin.
Di 4ê Çiriya Paşiyê de, hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDPyê Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû û Abdullah Zeydan hatin girtin.
Di heman operasyonê de polîsan Ziya Pir, Sırrı Süreyya Önder, İmam Taşçıer, Hüda Kaya, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Lezgin Botan, Nadir Yıldırım desteser kiribû û bi şertê kontrola edlî serbest berdabû.
**
Di 7ê Çiriya Paşiyê de parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Aydogan hat girtin.
**
Di 13ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de Dadgeha Cezayê Giran a 2. biryar da ji ber lêpirsîna KCKyê parlamenterên HDPyê Osman Baydemir, Dirayet Taşdemir, Çağlar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yıldırım, Besime Konca, Alican Önlü û Nadir Yıldırım bi zorê bê anîn.
Cihgira hevserokên HDPyê Çaglar Demîrel û parlamentera HDPyê Besîme Konca hatin girtin.
**
Di 4ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, Leyla Bîrlîk hat serbestberdan.
**
Di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, parlamentera HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hat girtin û di heman rojê de hat serbestberdan.
**
Di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken hat serbestberdan.
**
Di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgen hat girtin.
**
Di 15ê Sibata 2017ê de Ferhat encû hat serbestberdan.
**
Di 17ê sibata 2017ê de Ferhat Encû dîsa hat girtin.
**
Di 21ê Sibata 2017ê de parlamenteriya hevseroka HDPyê, Fîgen Yûksekdagê hat betalkirin. Bi vê yekê hejmara parlamenterên HDPyê ji 59ê bû 58.
**
Dadgeha Cezayî ya Bazidê 5 meh cezayê girtinê da Selahattîn Demîrtaşî.
**
Di 6ê Adara 2017ê de polîsan parlamenterê HDPyê, Alîcan Onlû li Dadgeha Dêrsimê desteser kir.
(AS/MB)