Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) bi sûcê “heqareta li serokkomarî” îro hat dadkirin.
Dadgeha Bakirkoyê ya Cezayên Esliyeyê ya 38. a Stenbolê biryar dabû ku divê Selahattîn Demîrtaş siet 14:00ê ji bo dadgehê bê anîn.
Bariyerên Polîsan
Polîsan bi barîyeran dora dadgehê girt. Wesayitên avêtina ava şidandî(TOMA) li ber bariyeran sekinîbûn.
Ji beriya dadkirinê gelek welatî li ber deriyê dadgehê sekinîbûn û dirûşmên wek “Selahattîn Demîrtaş ne bi tenê ye” gotin.
Küçücük bir salon ama insanlar, sesler salonlara sığmıyor ✌️✌️
— Filiz Kerestecioğlu (@FilizKer) 12 Ocak 2018
Hem adliye içinde, hem de dışında sloganlar kalplerden taşıyor... Seloo başkaan...
Demirtaaaş onurumuzdur...#DemirtaşKonuşuyor pic.twitter.com/CmtjRUef69
Selahattîn Demîrtaş hat
Selahattîn Demîrtaş ji bo dadgehê hat anîn. Gelek Cendirme digel wî hatine. Heta ku li ber pencereyan jî Cendirme disekinin.
Demîrtaşî dest bi parastina xwe kir
Demîrtaşî diyar kir ew dixwze hemî gotinên wî bi nivîskî bê qeytkirin.
“Digel ku ez wek bersûc tême dadkirin ez girtîyek im. Ev yek rasterast binpêkirina mafên mirovan e.
Heta niho ji 20ê zêdetir doz li min hatine vekirin lê cara yekem e ku têm pêşberî dadgeran.
"Heta niho 97 civîn(rûniştin) ên ji bo dadkirina min hatine kirin. Tê xwestin beşdarbûna bi SEGBISê(Sîstema Peywendîdana bi Deng û Dîmenan) li ser min bê sepandin.
"Çênabe parêzbendiya min bêyî biryara meclîsê, bi biryarnameyekê bê rakirin. Ji ber ku meclîsê biryar nedaye parêzbendiya min ne bi ûsûlê hatiye rakirin.
"Parêzbendî mafek e ku ji bo berjewendiyên civakê hatiye danîn.”
Ji bo 17ê Gulanê...
Dozgerî biryar da ji bo îtirazên li ser bêûsûliyê ya parêzerên Demîrtaşî, ji bo amadekirina qeydên SEGBISê û ji bo Demîrtaş ji bo dadkirinê amade bibe civîna dadkirinê dê di 17ê Gulanê de bê kirin.
Çi bûbû?
Selahattîn Demîrtaş di 24ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê de dema ji Rûsyayê vegeriyayî gotibû:
“Ya rastî civaka Tirkiyeyê naxwaze ne bi Rûsyayê re ne jî bi dewleteka dî re şerî bike. Ev encama wê yekê ye ku bi biryarên xelet ên AKPyê çêbûye. Dema dibêjin xîyanet li dewletê hatiye kirin, xiyanet li milletî hatiye kirin, dixwazin xeletiyên xwe bi vê yekê binixîne...”
Ji ber van gotinên Demîrtaşî bi sûcê “heqareta li serokkomarî” doz hatibû vekirin.
Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Edirneyê ya Bi Cûreyê Fyê girtî ye, herweha 9 parlamenterên HDPyê jî di girtîgehan de ne. (AS/MB)
Kronolojîya girtin û desteserkirina HDPyîyan Piştî ku parêzbendiya parlamenterên HDPyê hat betalkirin gelek parlamenterên HDPyê hatin desteserkirin û bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. 13 parlamenter hatine girtin. Herî dawiyê parlamenteriya Yûksekdagê hat betalkirin. Di 4ê Çiriya Paşiyê de, hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken û parlamenterên HDPyê Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû û Abdullah Zeydan hatin girtin. Di heman operasyonê de polîsan Ziya Pir, Sırrı Süreyya Önder, İmam Taşçıer, Hüda Kaya, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Lezgin Botan, Nadir Yıldırım desteser kiribû û bi şertê kontrola edlî serbest berdabû. ** Di 7ê Çiriya Paşiyê de parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Aydogan hat girtin. ** Di 13ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de Dadgeha Cezayê Giran a 2. biryar da ji ber lêpirsîna KCKyê parlamenterên HDPyê Osman Baydemir, Dirayet Taşdemir, Çağlar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yıldırım, Besime Konca, Alican Önlü û Nadir Yıldırım bi zorê bê anîn. Cihgira hevserokên HDPyê Çaglar Demîrel û parlamentera HDPyê Besîme Konca hatin girtin. ** Di 4ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, Leyla Bîrlîk hat serbestberdan. ** Di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, parlamentera HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hat girtin û di heman rojê de hat serbestberdan. ** Di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de berdevkê HDPyê Îdrîs Balûken hat serbestberdan. ** Di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê de, berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgen hat girtin. ** Di 15ê Sibata 2017ê de Ferhat encû hat serbestberdan. ** Di 17ê sibata 2017ê de Ferhat Encû dîsa hat girtin. ** Di 21ê Sibata 2017ê de parlamenteriya hevseroka HDPyê, Fîgen Yûksekdagê hat betalkirin. Bi vê yekê hejmara parlamenterên HDPyê ji 59ê bû 58. ** Dadgeha Cezayî ya Bazidê 5 meh cezayê girtinê da Selahattîn Demîrtaşî. ** Di 6ê Adara 2017ê de polîsan parlamenterê HDPyê, Alîcan Onlû li Dadgeha Dêrsimê desteser kir. | |
(TP/BK/HK)