Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya du lêpirsînên cuda de ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbol û Eskîşehîrê dane destpêkirin, polîsan di 30ê Nîsanê de li her du bajaran bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de namzeta parlamenteriyê ya Stenbolê Burcu Ayyildiz, namzetê Eskîşehîrê Muslum Koyun û namzeta Îzmîrê Meryem Yildirim, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Nadiye Gurbuz, endamên Meclisê Jinan ên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî di nav de bi giştî 23 kes hatibûn desteserkirin.
Dadgeriyê, ji bo Hevserokê Giştî yê ESPê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHAyê Nadiye Gurbuz, Kalender Polat, Sînem Çelebî, Adnan Ozcan û Selvînaz Goçmez biryara girtinê daye.
Di lêpirsîna li Eskîşehîrê de jî heman tawanbarî hatiye kirin. Yek ji kesên bi daxwaza girtinê ji dozgeriyê sewqî dadgehê hatiye kirin jî namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyun bûye ku hatiye girtin.
Ji kesên hatine desteserkirin jê 7 cezayê zindanîkirina li malê stendiye û 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Bi Muslum Koyun re hejmara namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk yên hatine girtin derketiye duyan.
Piştî ku Suleyman Soylû hedef nîşandabû Ayten Donmez namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk di 27 Nîsanê de hatibû girtin.(TY/AY)