Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek derbarê encamên referandûmê ya guhertûna destûra bingehîn de daxuyaniyek belav kir.
Yuksek diyar kir ku AKPê li bajarên zêdetirên wan kurd in encama dixwest bidest nexistiye û di rewşa li tevahiya Tirkiyê derketiye de bal kişand ser hêza muxalefetê.
Kamuran Yuksek balkişand ser wê rewşê ku 83 hevşaredar, nêzîkî 10 hezar endam û rêveberên wan girtî ne, ji bo 85 şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin, bajar hatin wêrankirin û mirovan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku digel vê rewşê AKPê “bi taybetî li şaredariyên ku qeyûm tayînkirine encama ku dixwest bidest nexistiye”.
“AKP û Erdogan referandûm di sindoqê û di nêrîna gel de qezenc nekiriye lê bi çewisandin, dek û dolaban û lêferzkirina li ser YSKê tevgeriya ye ku li ser kaxizê biser keve. Li gorî vê rewşê di qada Tirkiyê û navdewletî de ti rewatiya encama referandûmê, Erdogan û AKPê nemaye.
“Ev rewş ji bo Erdogan û AKPê destpêka bidawîlêhatinê ye. Gelê Kurd bi vê encamê re ji bo AKPê û Erdogan bersiva “Bi kuştinê, bi wêrankirinê, bi girtinê tu nikarî me çavtirsandî bikî, em serî li ber te natewînin” daye. (BK/FD)