Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevseroka Şaredariya Gimgimê ya ji DBPyê hatibû hilbijarti, Sabite Ekîncî hat girtin.
Polîsan di 4ê Çiriya Paşiyê de bi ser mala Sabite Ekîncîyê û Huseyîn Gûneşî de girtibû û ew desteserkiribûn.
Gûneşî piştî îfade daye emniyetê serbest hatiye berdan. Lê belê Ekîncî bi tewanên ‘’endambûna rêxistina terorî’’,’’zererdana Şaredariya Gimgimê’’ û ‘’bêûsûlîya ji bo îhaleyan’’ hat girtin.
Hat eşkerekirin ku Ekîncî ji bo girtîgeha Mûşê ya Cûrreyê Eyê hatiye şandin.
Digel Ekîncîyê 33 hevserokên şaredariyan yên ji DBPyê di girtîgehan de ne.
Sabite Ekîncî
Di sa 1970yê de li Gimgimê hatiye dinyayê. Di Zanîngeha Gazîyê de xwendina xwe temam kiriye. Wê di sala 1992 de wek dersdar dest bi karî kiriye. Ew di 30ê Adara 2014ê de wek hevşaredara Şaredariya Gimgimê hatiye hilbijartin.(ÇT/MB)