Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokên Giştî yên HDPyê îro civîneke çapemeniyê li Enqereyê li dar xistin. Di civînê de li ser pirsa rojnamegeran Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDPyê got ku Suleyman Soylû Wezîrê Karûbarên Hundir bi rêya telefonê li wê geriyaye û ji ber kuştineke li Agiriyê HDP berpirsiyar dîtiye. Bûldanê diyar kir ku Soylûyî jê re gotiye, “Mafê jiyanê êdî ji we re nîne”.
“Partiya me rasterast kiriye hedef”
Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDPyê di civînê de ev tişt gotin:
“Duh Wezîrê Karûbarên Hundir li min geriya. Axaftina telefonê li ser wî tiştî bû ku li gundê Yayginyûrt ê navçeya Bazidê ya Agiriyê muşahidekî wan hatiye kuştin û ji ber vê kuştinê rasterast partiya me weke hedef dibîne. Birêz Soylûyî bi vê telefonê rasterast partiya me kiriye hedef. Xwestiye bibêje ku têkiliya vê kuştinê bi partiya me re heye. Em vê daxuyaniyê, vê axavtinê qebûl nakin.
“Birêz Soylûyî ji min re ev tişt gotin… ‘Em ê pozê we birikînin. Hûnê hesabê vî tiştî bidin. Êdî mafê jiyanê ji we re nîne. Hûn berpirsê vî karî ne. Hûn dixwazin biçin ku herin wir. Hûn diçin cem CHPyê, hûn diçin Ewropayê, em ê dest ji şopandina vê meseleyê bernedin’ û rastî hin gotinên din hatime ku eletewş bûn û em qet qebûl nakin.” (ŞA/FD)