Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Pêla binçavkirin û girtinan Bedlîsê Hevşaredarê Xizanê Îhsan Ugur, Hevşaredarê Motkan Ozcan Birlik û Hevşaredarê Felemez Aydin hatin binçavkirin.
Derbarê binçavkirina 3 hevşaredaran de Walîtiya Bedlîsê di rûpela xwe de daxuyanî da û got: “Ew 3 kes ji ber “endamên rêxistinê ne”, “bi ser navê rêxistinê çalakî lidar dixin” û “alîkariyê rêxistinê dikin” ve hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku polîsan avêtine malên her sê hevşaredaran û avahiyê şaredariyan jî di bin dorpêçkirina polîsan de ne.
Herwiha duh Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cin jî hat binçavkirin.
Duh jî Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demir, Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram û Hevşaredarê Artûklûyê Mehmet Emîn Irmak hatibûn girtin.
Hejmar derkete 58an
Heta vê demê hejmara hevşaredarên DBPî ku girtî ne derkete 58an. Li 41 şaredariyên DBPî jî qayûm hatin tayînkirin.
(NV/YO)