Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay ji ber teqandina weşayiteka li navçeyê hatine girtin.
Digel hevşaredaran pênc welatî jî hatibûn desteserkirin.
Bixwîne - Ji ber teqîna li Pasûrê kesekî din hatiye desteserkirin
Hevşaredar ji beriya çar rojan hatibûn desteserkirin, dadgerîyê biryara girtina wan daye.
Çi bûbû?
Di 12ê Îlonê de li Pasûrê dema wesayiteke karkerên daristanan derbas dibû teqemeniyek teqiya bû. Di encamê de 7 kes miribûn, 10 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî teqînê bi îdiaya ku wesayita şaredariyê li herêmê hatiye dîtin, Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, karmendê şaredariyê Şener Aktaş û Hevserokê HDPyê yê Pasûrê Abidin Karaman hatibûn desteserkirin. Bi desteserkirina Mehmet Emîn Ayî re hejmara desteserkiriyan gihiştiye 4an.
(TP/MB)