Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevşaredarên Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliçê ku tevî Midûrê Karûbarên Mirovan ê şaredariyê Ûgûr Laçînî di 9ê Hezîranê de hatibûn desteserkirin, hatine girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Serdozgeriya Komarî ya Panosê bi îdiaya ku “di karên îhaleyan de tiştên dijyasayî kirine” li 4 bajaran lêpirsîn daye destpêkirin û polîsên beşa qaçaqçîtiyê û sûcên birêxistinkirî li Wan, Stenbol, Agirî û Hatayê operasyon pêk anîne. Di van operasyonan de tevî Geçer, Kiliç û Laçînî, karsaz Riza Dogaç û Erhan Yilmaz hatine desteserkirin.
Piştî îfadeyên wan li navenda polîsan hatine wergirtin, her pênc kes birine edliyeyê. Li dadgehê biryara girtina wan hatiye dayîn.
HDP: Ev biryareke siyasî ye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê girtina hevşaredaran de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê Agiriyê Heval Bozdagî gotiye ji bo girtina hevşaredaran gotiye ku “biryareke siyasî ye û ne hiqûqî ye.”
(AS/FD)