Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Ahmet Turk û Fîgen Altindag, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê duh (15ê Nîsana 2019ê) mezbateyên xwe wergirtine û bi awayekî fermî dest bi kar kirine. Ahmet Turkî vîdeoya dema çûna wergirtina mezbateyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye.
Bu bir onur mücadelesidir,
— Ahmet Türk (@AhmetTurkHDP) 15 Nisan 2019
Gasp edilen halk iradesinin zaferidir.
Barış ve Demokrasi’ye olan inancımızla yola devam diyoruz. pic.twitter.com/BXtDcvpBaH
Ahmet Turkî piştî mezbate wergirtiye wiha gotiye: “Şaredarî helbet cihekî wiha ye ku wê xizmetê ji gel re bike. Ji bo ku em vê xizmetê bi rengê herî xweşik bikin, em ê bi hemû hêz û hewla xwe kar bikin. Em ê her tiştê ku me kiriye bi awayekî zelal, bi gelê xwe re par ve bikin. Em ê bi heyecaneke mezin xizmetê ji gelî re bikin”.
YSKyê mezbate nedaye Hevşaredara Amedê
Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û hin endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê mezbateya xwe wergirtine.
Mizrakliyî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku wî mezbateya xwe tevlî Dayikên Şemiyê wergirtiye.
Barış Anneleri ile birlikte il seçim kurulundan mazbatamızı aldık. pic.twitter.com/9JMH3WQX9t
— Dr. Adnan Selçuk Mızraklı (@SelcukMizrakli) 16 Nisan 2019
Mizrakliyî piştî ku mezbateya xwe wergirtiye wiha gotiye:
“Di 31ê Adarê de gelî biryarek dabû. Lê digel biryara gelî, mezbate nehatibûn dayîn. Me îro mezbateyên xwe wergirt. Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê Amedê dikin ku ji serê pêvajoya hilbijartinê heta îro piştgirî dane me.”
Di vê navberê de Hulya Alokmen Uyanıka di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de weke Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin ji ber ku di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye ixrackirin, Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) mezbate nedaye wê. Her weha bi heman hincetê mezbate nedane hin endamên meclîsa şaredariyê jî. Dîsa hevşaredarên HDPyî yên Sûrê, Yenîşehîrê û Kayapinarê jî bi heman hincetê nekarîbûn mezbateyên xwe bistînin. (EMK/FD)