Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Li gorî daneyên dawî yên ne fermî yên Ajansa Anadolûyê (AA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sê jê bajarê mezin li heşt bajar û 50 navçeyan şaredarî bi dest xistiye. HDP bi sîstema hevşaredariyê kete hilbijartinê û li gorî van encaman wê hevşaredar 58 bajaran bi rê ve bibin.
HDPyê di hilbijartina herêmî ya 2019ê de weke hilbijartinên berê, sîstema hevserokatiyê cîbicî kiriye. Li gorî vê sîstemê, li hemû bajar û navçeyên ku namzet nîşan dane, jin û mêrek dibin namzet. Lê ji ber ku dewlet vê sîstemê bi awayekî fermî napejirîne, di dema serîlêdanên ji bo namzetiyê de, tenê navek tê diyarkirin.
Weke mînak, li Amedê HDPyê Selçûk Mizrakli weke namzetê xwe yê hilbijartinê ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê re ragihandiye lê li gorî sîstema hevserokatiyê Hulya Alokmen Ûyanik jî wê li gel Mizrakliyî bajêr bi rê ve bibe.
HDPyê ev sîstem li hemû navçeyan jî cîbicî kiriye.
Li pênc navçeyên Mêrdînê jin bûne namzet û li van navçeyan bi ser ketine. Lê tenê li du bajaran namzetên jin ên HDPyê bi ser ketine. Yek ji wan Bedîa Ozgokçe Ertan e ku weke Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê hatiye hilbijartin. Ya din jî Berîvan Helen Işika ku bûye Hevşaredara Sêrtê.
Li bajarên din jî jin weke hevşaredar hatine hilbijartin. Li gorî van encaman li Êlihê Songul Korkmaz, li Mêrdînê Fîgen Altindag, li Qersê Şevîn Alaca, li Îdirê Eylem Çelîk, li Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş û li Amedê Hulya Alokmen Uyanik weke hevşaredar wê kar bikin.
Bajar û navçeyên ku heta niha HDPyê bi dest xistiye ev in:
Amed
Hevşaredarên Bajarên Mezin: Selçuk Mızraklı – Hülya Alökmen Uyanık
Rezan: Zeyyat Ceylan – Zübeyde Zümrüt
Bismil: Orhan Ayaz – Gülşen Özer
Çinar: Bedri Kaya – Necla Tamriş
Pîran: Felat Aygören – Yasemin Üçer
Gêl: Mustafa Akkul – Gülistan Ensarioğlu
Erxenî: Ahmet Kaya – Meryem Yıldız
Hezro: Ahmet Çevik – Gülistan Ekti
Kayapınar: Keziban Yılmaz – Necati Pirinççioğlu
Karaz: Rojda Nazlier – Kasım Pervane
Pasûr: Mehmet Fatih Taş – Fatma Ay
Licê: Tarık Mercan – Ruken Yılmaz
Farqîn: Naşide Toprak – Abbas Hilmi Azizoğlu
Sur: Feyme Filiz Buluttekin – Cemal Özdemir
Yenişehir: Belgin Diken – İbrahim Çiçek
Wan
Şaredariya Bajarê Mezin: Bedia Özgökçe Ertan - Mustafa Avcı
Elbak: Erkan Acar – Şengül Polat
Bazidaxa: Leyla Atsak – Faruk Demir
Artemêt: Gülcan Kaçmaz Sayyiğit – Medeni Özer
Rêya Ermûşê: Azim Yacan – Şehzade Kurt
Bergirî: Yılmaz Şalan – Leyla Balkan
Qelqelî: Yakup Yalmaç – Dilan Örenci
Mehmûdî: Caziye Duman – Şahabettin Bilmez
Tûşba: Yılmaz Berki – Ayşe Minaz
Erdîş: Yıldız Çetin - Mahmut Pala
Mêrdîn
Bajarê Mezin: Ahmet Türk – Necla Figen Altındağ
Dêrik: Mülkiye Esmez – Mehmet Şerif Kıran
Qoser: Nilüfer Elik Yılmaz – Salih Kuday
Şemrex: Nalan Özaydın – İbrahim Çoko
Nisêbîn: Semire Nergiz – Ferhat Kut
Stewr: Gülistan Öncü – Mehmet Yasin Kalhan
Êlih
Bajarê Mezin: Mehmet Demir – Songül Korkmaz
Hezo: Ayhan Eren – Nazime Avcı
Agirî
Giyadîn: Betül Yaşar – Evren Demir
Bazîd: Yıldız Acar – Cesim Çakan
Panos: Emrah Kılıç – Müşerref Geçer
Erzirom
Qereçoban: Halit Uğun – Remziye Sönmez
Gogsî: Melike Göksu – Burhanettin Şahin
Tatos: Muzahir Karakuş – Yanes Çelik
Mûş
Kop: Adnan Topçu – Eylem Saruca
Milazgîr: Erdal Çakar – Münevver Ceylan
Gimgim: Ülkü Karaaslan – Mahmut Yalçın
Bedlîs
Norşîn: Hikmet Taşdemir – Dilek Ozan
Colemêrg
Şaredarên Colemêrgê: Cihan Karaman – Seher Kadiroğlu Ataş
Gever: Remziye Yaşar – İrfan Sari
Şirnex
Cizîr: Mehmet Zırığ – Berivan Kutlu
Hezex: Songül Erden – Murat Şen
Silopya: Adalet Fidan – Süleyman Şavluk
Riha
Pirsûs: Hatice Çevik – Abdullah Polat
Îdir
Yaşar Akkuş – Eylem Çelik
Sêrt
Sêrt: Berivan Helen Işık – Resul Kaçar
Hawêl: Remzi Sarsılmaz – Özden Gülmez
Misirc: Baran Akgül – Esmer Baran
Qers
Qers: Ayhan Bilgen – Şevin Alaca
(EMK/FD)
Not: Navên di lîsteyê de li serî hatine nivîsandan namzetên fermî yên ku ji YSKyê re hatine şandin.