Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polisan, li Wanê bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarên Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acarî de girtiye û ew binçav kirine.
Polisan, piştî lêgerînên li malê wan, hevşaredar bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Wanê. Hevşaredar di encama lêpirsîna ku serdozgeriya komarî bi rê ve dibe, hatine desteserkirin.
Li Amedê jî polisan, bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Rezanê Naşîde Bûlûttekîn Can de girtine ku qeyûm li şûna wê hatibû erkdarkirin kirin de girt û wê binçav kirin.
Polisan, piştî lêgerînên li malê Can bi xwe re birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Amedê. Can di 22'ê Cotmehê de ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. (HA/FD)
* Çavkanî: MA, AA
Fotograf: Necat Hazar / AA