Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, Kezîban Yilmaz, Hevşaredara Kayapinarê û Rojda Nazlier, Hevşaredara Karazê ji Girtîgeha Amedê şandine Girtîgeha Kayseriyê.
Wezareta Karûbarên Navxweyî Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ji wezîfeyê wergirtibû û li şûna wî qeyûm tayîn kiribû. Mizrakli 22yê Çiriya Pêşiyê hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê. Mizrakli niha jî şandine Girtîgeha Kayseriyê.
Her weha Kezîban Yilmaz, Hevşaredara Kayapinarê û Rojda Nazlier, Hevşaredara Karazê jî bi Mizrakliyî re hatibû girtin. Yilmaz û Nazlier jî ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Amedê, şandine Girtîgeha Jinan a Kayseriyê.
Li gorî zanyariya ku parêzerên hevşaredaran daye Ajansa Mezopotamyayê Mizrakli, Yilmaz û Nazlier roja borî saet di 05.00ê de şandine Kayseriyê. Sedema şandina wan nehatiye diyarkirin.
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin. (AS/FD)