Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevşaredarê HDPê yê Îdirê Yaşar Akkuş ku qeyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Erziromê krîza dil derbas kir.
Li gorî nûçeya MAyê Akkuşê kirîza dil derbas kiriye û anjiyo bûye, lê emeliyata wî baş derbas nebûye.
Hatiye diyarkirin ku Akkuş di demeke nêz de dê emeliyata dil s vekirî bibe.
Çi bûbû?
Li Îdirê Yaşar Akkuşê ku di 31ê Adara 2019an de ji HDPê wek hevşaredarê wî bajarî hatibû hilbijartin û endama meclîsa şaredariyê û hevşaredar Eylem Çelîk di 15ê Gulana 2020an de ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji peywirê hatibûn dûrxistin. li şûna wan qeyûm hat tayînkirin.
Hevşaredar Akkuş bi îdiaya ku "Endamê rêxistina terorê ye" hatibû girtin.
(NT/AY)