Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Derbarê Hevşaredarê Hawêlê Alî Aydin de duh biryara girtinê hat dayîn.
Di 16ê Kanûnê de polîsan li dijî hevşaredarên Hawêl û Weysek Qeraniyê operasyon pêk anîn. Hevşaredarê Hawêlê Selva Erdogan li mala xwe piştî serdegirtina polîsan hate binçavkirin. Hevşaredarê Weysel Qeraniyê Enes Cengiz jî dema li şaredariyê bû ji hêla polîsan hate binçavkirin.
Hevşaredarê din ê Hawêlê Alî Aydin di 17ê Kanûnê de li Enqereyê hatibû binçavkirin û piştre wî anînbûn Sêrtê.
Bi vî awayî hejmara hevşaredarên girtî derkete 64an.
(EA/YO)