Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fîlîz Bûlûttekîn, Hevşaredara Sûrê û 2 endamên meclîsa şaredariyê di encama lêpirsînekê de hatine desteserkirin.
Polîsan bi ser mala Bûlûttekîn û 2 endaman de girtiye û ew desteser kirine.
Bûlûtttekîn û endamên meclîsê birine midûriyeta emniyetê.
Parêzerê Bûlûttekînî daxuyanî daye
Sertaç Bûlûttekîn, Parêzerê Fîlîz Bûlûttekînê li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa operasyonê kiriye û wiha gotiye:
“Miwekkîla min, Fîlîz Bûlûttekîn, Hevşaredara Sûrê di encama serdegirtina mala wê de hatiye desteserkirin. Polîs dema ketine nava malê Fîlîz Bûlûttekîn, hevjînê wê û kurê wê yê 10 salî bi ser dev de li erdê rast kirine û çek xistine serê wan. Tundkariya polîsan û bêhiqûqî êdî bûye karekî jirêzê." (TP/FD)