Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan vê sibê bi ser mala Nilufer Elik Yilmaz, Hevşaredara Qoserê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtiye û ew desteser kiriye. Wezareta Karûbarên Navxweyî di 4ê Çiriya Paşiyê de Yilmaz ji wezîfeyê avêtibû û qeyûm li şûna wê tayîn kiribû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yilmaz di encama lêpirsînnameya ku Serdozgeriya Komarî daye destpêkirin de hatiye desteserkirin. Yilmaz birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.
Sedema desteserkirina Yilmazê ji parêzerên wê re jî nehatine diyarkirin.
Duh jî rêveber û endamên HDPyê û sendîkayan hatibûn desteserkirin
Duh jî polîsan li navenda Mêrdînê, Qoser, Nisêbîn û Artûklûyê bi ser malan de girtibû. Di encamêde Hevserokê HDPyê yê Mêrdînê Salih Kuday, endamên HDPyê Neda Alper, Abdullah Akikol, Aysel Erol û rêbera berê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mêrdînê, Emel Oran, Serokê berê yê Sendîkay Kedkarên Buroyan (BES) yê Mêrdînê Mustafa Benli û Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem desteser kiribûn.
Li şûna 28 şaredaran qeyûm hatine wezîfedarkirin
Wezareta Karûbarên Hundir di 19ê Tebaxê de, bi sedema ku lêpirsîn li ser wan tê meşadin, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, ê Mêrdînê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ji wezîfeyê dûr xist. Li şûna wan qeyûm tayîn kir. Ji wê rojê heta niha, li 28 şaredariyên HDPyî qeyûm hatine tayînkirin.
Wezaretê li şûna şaredaran, qaymeqam an jî walî wezîfedar kiriye.
Şaredarên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin ev in:
* Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê
* Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê
* Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê
* Cîhan Karaman, Hevşaredarê Colemêrgê
* Remzîye Yaşar, Hevşaredarê Geverê,
* Semîre Nergîz, Hevşaredara Nisêbînê
* Mehmet Fatîh Taş, Hevşaredarê Pasûrê
* Kezîban Yilmaz, Hevşaredara Kayapinarê
* Gulcan Ozer, Hevşaredara Bismilê,
* Rojda Nazlier, Hevşaredara Karazê
* Yildiz Çetîn, Hevşaredara Erdîşê
* Melîke Goksû, Hevşaredara Qereyaziyê
* Mehmet Zirig, Hevşaredarê Cizîrê
* Caziye Dûman, Hevşaredara Sêrawê
* Nîlufer Elîk Yilmaz, Hevşaredara Qoserê
* Belgîn Dîken, Hevşaredara Yenîşehîrê
* Ahmet Çevîk, Hevşaredarê Hezroyê
* Songul Erden, Hevşaredara Hezexê
* Orhan Çelebî, Hevşaredarê Periyê
* Azîm Yacan, Hevşaredarê Rêya Armûşê
* Gulistan Oncu, Hevşaredara Stewrê
* Nalan Ozaydin, Hevşaredara Şemrexê
* Mulkiye Esmez, Hevşaredara Dêrikê
* Hatice Çevik, Hevşaredara Pirsûsê
(TP/FD)