Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, hate berdan.
Bîrsen Orhan, di 23e Mijdarê de hatibû desteserkirin û bi şertê “zîndanîkirina li malê” hatibû berdan.
Bîrsen Orhan piştre jî di 30ê Mijdarê de bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” hatibû girtin.
Parêzerên Bîrsen Orhan li dijî biryarê îtîraz kirin û îtîraz ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin. Bîrsen Orhan, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.
(RT/AY)