Meclîsa Yekitiya Şaredariyan a Tirkiyeyê(TBB) piştî Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê rêveberiya serdema nû diyar kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak dê di serdema nû de di rêveberiyê de rol bigire.
Di civîna ku hilbijartin hat kirin û endamên desteya rêveberiyê hatin diyarkirin de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi 515 dengan wek Serokê Giştî yê Yekîtiyê hat hilbijartin, namzedê duyemîn Şaredarê Bajarê Mezin ê Trabzonê Ahmet Metîn Genç jî 250 deng girt.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar ji bo Alîkarê Serokê Giştî yê TBBê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Balikesîrê Ahmet Akin jî ji bo Alîkarê Serokê Giştî yê duyemîn hatin hilbijartin.
Di civînê de endamên Desteya Rêveber a TBBê jî hatin diyarkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî di nav endamên meclîsê de cih girt.
Endamên rêveberiya nû yên TBBê ev in:
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Şaredara Bajarê Mezin a Eskîşehîrê Ayşe Ûnlûce, Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer, Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, Şaredara Edîrneyê Filiz Gencan Akın, Şaredarê Zonguldakê Tahsîn Erdem, Şaredarê Artvînê Bilgehan Erdem, Şaredarê Keçîorenê Mesut Ozarslan, Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun, Şaredara Selçûkê Fîlîz Cerîtoglû Sengel, Şaredarê Nevşehîrê Rasim Arî, Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasım Gulpınar.
(EMK/AY)