Hevşaredara Agiriyê Mûkades Kubilay li Îzmîrê di encama serdegirtina mala keça wê de hat binçavkirin.
Duh di saetên sibehê de polîsan li Îzmîrê avêtin ser gelek mal û avahiyên HDPê. Di encama wan operasyonan de gelek rêvebir û endamên HDPê hatşn binçavkirin.
Hevşaredara Agiriyê Mûkades Kubilay jî li Îzmîrê li mala keça xwe hat binçavkirin.
Mûkades Kubilay beriya niha li Îzmîrê Hevseroka Rêxistina HDPê bû.
Tê zanîn ku heta niha 69 hevşaredarên DBPî hatine girtin û di zindanan de ne û li 46 şaredariyên DBPî jî qayûm hatine tayînkitin.
(ÇT/YO)