Fotograf: Rûdaw
Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê derbarê şerê li Hesekê de daxuyanî daye û aşkere kiriye, firokeyên wan hêzên hukumeta Sûriyeyê bombebaran nekiriye.
Bixwine - Li Rojavayê di navbera hêzên Amerîkî û Sûriyê de şer qewimiye
Hevpeymanê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku li herêma Til Zeheba bajarokê Tilbiraka Hesekêya Rojavayê çend kesan teqe li hêzên Hevpeymaniya navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kiribûn û pevçûn di navbera aliyan deqewimî bû.
Hevpeymaniya Navneteweyî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, di saet 09.20ê roja duşemê(duh), hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û HSDê di dema gera xwe ya bo rûbirûbûna DAIŞê, di bazgeheke hêzên ser bi rejîma Sûriyê ve hatin ragirtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin piştî ku wan rê vekiriye, “çend kesên li derdora bazgehê teqe kiriye û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo parastina xwe bersiva wan daye.
Her weha hevpeymaniyê destnîşan kiriye, firokeyên wan hêzên hukumeta Sûriyeyê bombebaran nekiriye. Çi birîndarek wan çênebûye û hêzên wan vegeriyaye binkeya xwe.
Caggins: Hêzên Sûriyeyê êriş kir me jî bersiva wan da
Myles Caggins, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê beşdarî bernameyeke televizyona Rûdawê buye û derbarê aloziyên îro di navbera hêzên Sûriyê û hêzên DYAyê de gotiye ku leşkerên Sûriyê êrişê wan kiriye û hêzên hevpeymaniyê jî bersiv daye.
Cagginsî diyar kiriye ku serbazên wan di dema bi hevbeşî ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li herêmê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê tevdigeriya û çavdêriyan rêyan dikir de, rû bi rûye hêzeke hikûmeta Sûriyê bûye.
Cagginsî gotiye dema ku wan hêzên hikûmeta Sûriyê dîtine, ber bi wan ve çûne û xwestina mebesta xwe ya operasyonê ji wan re zelal bike, lê hêzên Sûriyê êrişî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kiriye û wan jî bergerî li xwe kiriye û teqe li hêzên Sûriyê kirine.
Çi bûbû?
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyeyê (SANA) li sînorê Hesekêya Rojavayê di navbera hêzên Amerîkî û Sûriyeyê de şer derketibû. Li gorî heman nûçeyê leşkerekî Artêşa Sûriyeyê miribû, du jê jî birîndar bûbû.
SANAyê diyar kiribû ku şer li gundê Til Zeheba bajarokê Tilbiraka Hesekê qewimî ye.
Rûdawê di nûçeya xwe de gotiye ku leşkerek miriye 3 leşker jî birîndar bûne.
Her weha SANAyê ragihandibû, piştî ku hêzên hikûmetê li rêbendekê rê li dewriyeyeke hêzên Amerîkî girtine, balafirên Amerîkayê ew rêbenda artêşa Sûriyê bombebran kiriye û di encamê de serbazek hatiye kuştin û du serbaz jî birîndar bûne. (AY/FD)