* Newroza Amedê / Fotograf: Twitter - Hêvî LGBTI+
Hêvî LGBTI+yê ji ber ku li Newroza Stenbol, Amed û Îzmîrê êrîş li dijî LGBTI+an pêk hatiye, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Hêvî LGBTI+ê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku li var her sê bajaran êrîşkaran xwestiye al û pankartên di destên LGBTI+an de ji wan bistînin û wan bişewitînin. Her weha gotiye ku êrîşa laşî û devkî jî li dijî LGBTI+an pêk hatiye.
Hêvî LGBTI+an bang li Komîteya Newrozê kiriye da ku daxuyaniyekê derbarê êrîşan de bide û gotiye: "Newroz di jêrdestê ti kesî de nîne."
Bixwîne - Li Newrozên Amed, Stenbol û Îzmîrê êrîşî rûmeta LGBTI+yan kirine
"Em naxwazin tenê di getoyan de bijîn"
Daxuyaniya Hêvî LGBTI+yê wiha ye:
"Di bernameyên Newrozan de li İzmir, Stenbol û Amedê êrişên li dijî mirovên LGBTÎ+an pêk hatin em qebûl nakin. Di êrişên pêk hatin de, êrişkeran hewl dan ku al û pankartên di destê LGBTÎ+an de bistînin û bişewitînin. Û di heman demê de tundiya laşî û devkî li LGBTÎ+an hate kirin.
"Berpirsiyariya Komîteya Newrozê li holê ye. Newroz ne di tekedestiya ti kesî de ye.
"Mirovên LGBTÎ+ parçeyekî vê civakê ne. Em wek Kurd, Tirk, Fars, Ermen, Laz, Rûm, Çerkes, Elewî, Sunnî, Xirîstiyan, Yahûdî û weki mirovên LGBTÎ+ yên xwedî ol û nasnameyên din, dixwazin di nava çand û baweriyên xwe de bi meyldarî û nasnameyên xwe yên cinsî hebin. Ne tenê di getoyan de, em dixwazin di nava her bajar, çand û navçeyan de azad bijîn.
"Li dijî metingerî, nijadperestî, zayenperestî, cûreperestî û heteroseksîzmê em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev têbikoşin. Daxwaza me ew e ku komîte daxuyaniyekê bide û ji bo pêvajoyeke bi vî rengî dûbare neke sazgeriyên hewce ava bike."
Hêvî LGBTI+ê her weha diyar kiriye ku ger LGBTI+ên êrîş li wan bûye, bixwazin, ew ê piştgiriya hiqûqî bidin wan." (FD)