Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çar partiyên ku ji bo hilbijartinê hatibûn ba hev û navê “Hevgirtina Hilbijartinê ya Kurdistanî” li xwe kiribû, biryar girt ku piştgiriya SelahattînDemîrtaşî bikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Tevgera Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û PartiyaSosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kiriye ku bila alîgirên wan di hilbijartina parlamenteriyê de “bi hişmendiya Kurd û Kurdistanê dengên xwe bidin”.
Daxuyanî wiha ye:
“Di nava namzetên heyî de ji ber xwedî li nasnameya Kurdan derdikeve em ê di hilbijartina Serokomariyê de dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaşî. Di hilbijartinên parlamenteriyê yên 24ê Hezîranê de em bawer dikin ku endam û alîgirên me wê bi hesasiyetên netewî tevbigerin û bi hişmendiya Kurd û Kurdistanê dengên xwe bidin. Bi vê ferasetê em di hilbijartina parlamenteriyê de biryarê ji endam û alîgirên xwe re dihêlin.” (ŞA/FD)