Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rojnameger Nadîre Mater ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re beşdarê kampanyaya “Nobedariya Weşanê” bûbû û ji ber vê yekê derbarê wê de doz hatibû vekirin û îro rûniştina dozê li 22. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat kirin. Vate parastnameya Nadîre Materê:
Ez rojnameger im. Beşdabûna min a kampanyaya “Nobedariya Weşanê” ya ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re ji ber helwesta min a derbarê jiyanê de ye.
Ji ber ku; ez weke welatîyekê astengkirina gihiştina ragihandinê, weke rojnamegerekê jî him ji bo xwe him jî bo hemû rojnamegeran astengkirina mafê nûçeçêkirinê qebûl nakim.
Roja ku ez çûme Ozgur Gundemê me bi edîtorên ku piraniya wan jin bûn re civîn kir. Me guhdarê hev kir, em derbarê gelek mijaran de axivîn, me pêşniyar û nîqaşan jî kirin. Hevgiriya bi wan re bû balkişandinek ji bo Ozgur Gundemê û di 24 salan tiştên hatine serê wan re.
Di 3ê Hezîrana 2016an de ew hejmara Ozgur Gundemê derket. Û em ji xwe di 15ê Tîrmehê de jî bûne şahidê derbekirinê.
Piştî 15ê Tîrmehê şopandina geşedanên li medyayê gelek zehmet e. Lê ez ê bi kurtasî bînim ziman. Herî dawî bi girtinên li rojnamegera Cumhuriyetê ve herî kêm 120 rojnameger û 10 belavkar li girtîgehan e.
Bi KHKan 173 rojnameger, TV, radyo, weşanxane, malperên nûçeyan û hwd. hatin girtin. Ji ber van girtinan herî kên 2500 rojnameger bêkar man. 775 kartên çapemeniyê hatin betalkirin û dest danîn ser 49 pasaportên rojnamgeran.
Yên ku hatine kirin bi qutkirina girêdana medyaya civakî (twitter, facebook, watshap, instigram), bi serdegirtin, êrişkirin, binçavkirin, gefxwarin û cezayên RTUKê ve tên piştgirîkirin.
Serxwebûna edîtoran ku ji xwe li Tirkiyeyê gelek tê binpêkirin, piştî van yekan hema bêjin bi temamî ji holê rabû; sansûr û otosansûr ket dewsa wê.
Di encama vê rewşê de tê xwestin ku deng û rengên cuda werin bêdengkirin û medyayeke yektîpî derxin holê. Hevgiriya bi Ozgur Gundemê re nerazîbûna li dijî vê yekê ye. Kampanyayên nobedariya weşanê, îtiraz û prostestokirinên di vê warê de him li Tirkiyeyê him jî li qada navneteweyî meşrû ye û mafê her kesî ye û divê were bikaranîn jî.
Rojnamegerek divê ji her desthilatî rizgar bibe û bi helwesteke rexnegir tevbigere. Ez bi baweriyê de me ku kontrolkirina polîtîkayên weşanê tenê ji hêla xwendekar û rêxistinên medyayê ve dikare bête kirin. Ev yek derheqê nûçegihaniyê de jî nirxeke gerdûnî ye.
Min weke rojnamegerek her dem li Tirkiyeyê di serdema şer/pevçûn/hewldana derbekirinê/piştî derbekirinê bi helwesta mafparêz û aştîxwazî de rojnamegerî kir, min vê yekê parast û hêjî jiyan û helwesta min bi heman şêwazê ye.
Di encamê de ya li holê maye mafê xweîfadekirinê ye. Nabe ku ti keseke mudaxeleyê li vî mafê bike. Dadwerî jî nikare mudaxele bike.”
(NM/ÇT/YO)