Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç taloq bû
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku dihat payîn îro were kirin, ji ber “zêdebûna bernameyên wan” hate taloqkirin.
Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, hate taloqkirin.
Dihat payîn ku civîn îro wê di saet 13:30an de bihata kirin.
Civîna Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan bi dawî bû
7 Tîrmeh 2025
DEM Partiyê têkildarî mijarê got: “Ev bername, ji ber bernameyên zêde hatiye taloqkirin. Dema dîrok û saeta hevdîtina nû diyar bû dê agahiyên pêwîst bên parvekirin.”
(AB/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.