“Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê" ya Amedê: Jin bi keda xwe jiyana azad ji nû ve ava dikin
Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê ku di pêşengtiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd dest pê kir wê sê rojan berdewam bike.
Di bernameya îro de bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê atolyeya boyaxkirina keviran hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn, kevir bi rengên cihêreng rengizandin. Dîlan Korhan yek ji wan jinan e ku beşdarî Atolyeya Kevir boyaxkirinê bûye. Korhanê diyar kir ku atolye pir kêfxweş û bikêr bû.
Berî ku bername dest pê bike Hevseroka Giştî DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û hevşeredarên DEM Partiyê li standên jinan geriyan.
Nermîna 19 salî şîrînayiyê çêdike û difiroşe. Nermînê diyar kir ku hevdîtina jinan a li vir hêz daye wê û divê her sal ev hevdîtin pêk were.
"Kooperatîfa Jinan a Şîmelê" cihê ku ji aliyê 8 jinan ve hatiye avakirin e. Kooperatîfa ku hewl dide ked û hilberîna malê ya jinan nîşan bide, dixwaze zêdetir jinan bibîne.
Di civînê de hilberînerên tovên herêmî cihê xwe di nava jinan de girtin. Armanc ew e ku tovên bav û kalan ji nifşek bi nifş veguhezîne. Her wiha di dîrokê de têkiliyên jinan ên bi ekolojiyê re tînin bîra me.
Di bernameyê de jinan standa kovara Jineolojiyê danîn. Jinan diyar kirin ku ew ê bi Jineolojiyê jiyaneke azad ava bikin.
Hevserok Serra Bucak beriya konsera ku dê KASEDjin û Eylül Nazlıer tê de derkevin ser dikê axivî. Serra Bucakê da zanîn ku hevdîtin dê sê roj berdewam bikê, ew tevahiya gelê xwe vexwendinin vir. Her weha Bucakê destnîşan kir ku li vê qadê ji bo têkoşîna jinan werê xuyakirin ev hevdîtin pêk tê.
Piştre Parlamentera Amedê Adalet Kaya destnîşan kir ku jin li her qadên jiyanê têdikoşin lê ev ked nayê xuyakirin û wiha axivî: “Îro ji bo keda jinê em li vir in. Em jin jiyanê ava dikin. Li her qadên jiyanê jin kedê didin, azadiyê û jiyanê ji nû ve ava dikin. Em jin bi salane ji bo aştiyê têdikoşin. Dayîkên Aştiyê gelek êş kişandiye lê dibêjin aştî. Gotina aştiyê gotina jiyanê ye. Aştiyê em ê bi pêşengtiya jinan pêk bînin."
ROJÊN PİRTÛKÊN KURDÎ
"Ev Meydan dê bibe Meydana Kurdî"
Têkoşîna 17 salan a li Zozanên Hesandînê: Li dijî kanzayan parastina jiyanê

Meşa Cejna Zimanê Kurdî a Amedê: "Bila kurdî bibe xwedî statu"
Kaytan û Altûn li Amedê hat bibîranîn

“ÎHD dixwaze ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin"
