Hevdîtina Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî ya parêzerên wî re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6e Çiriya Paşiyê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Ocalanî re bikin. Di encama vê serlêdanê de derket holê ku hevdîtina bi Ocalanî re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin.
Biryar e ku ji 31ê Çiriya Pêşiyê û pê de ji bo 6 mehan hevdîtina Ocalanî ya bi parêzerên wî re qedexe be.
Abdûllah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, 32 meh in tê tecrîdkirin. Ocalan herî dawî di 25ê Adara 2021yan de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalanî re axivîbû. Lê axavtina wan di nivî de qut bûbû.
Li gorî nûçeya Dîren Yurtseverê ya di Ajansa Mezopotamyayê de hate weşandin, parêzeran xwest naveroka biryara qedexeyê hîn bibin. Lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz nepejirand. Parêzeran li dijî biryarê serî li dadgeheke bilindtir dan lê ji vê jî encamek bi dest nexist.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî biryarê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.
4 sal di ser hevdîtina dawî re borî
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 12 salên dawî de bi tenê wan 5 caran hevdîtin li gel Ocalanî kiriye:
“Îro çar sal di ser hevdîtina me ya dawî re borî k udi 7ê Tebaxa 2019an de pêk hatibû. Ji 25ê Adara 2021an û heta niha jî ti agahî ji wî nehatiye wergirtin ku bi rêya telefonî bi birayê xwe re axivî bû û hevdîtin ji nişka ve qut bûbû û sedema wê nehatibû zanîn. Hemû hewldanên darazî, îdarî û yên din ên ji wê rojê heta îro me kirin, bi deste dewletê bêencam hatin hiştin.”
Her weha parêzeran got ku saziyên peywendîdar ên dewletê biryarên saziyên navdewletî yên ji bo bidawîkirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re a Abdûllah Ocalanî, bicih neanîne.”
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê her weha bang li rayedaran kir ku bila dest ji sûcê nebûna ragihandinê û işkenceye berdin û ji raya giştî ya demokratîk jî xwestiye ku li dijî vê rewşê baldar bin. (FD)