Sedat Şenoglû, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) û endam û rêveberên Partiya Sosyalistên Bindest (ESP) di nav de 14 kes hatine desteserkirin.
Duh di saetên êvarê de li Amed, Hatay, Îzmîr û gelek başaran bi awayekê hemwext polîsan bi ser gelek malan de girtine û 14 kes desteser kirine. Biryara desteserkirinan di çarçoveya lêpirsînekî de bûye ku ev lêpirsîn di Îlona 2020an de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) hatiye destpêkirin.
Navên kesên hatine desteserkirin weha ne:
Sedat Şenoglû, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Çîçek Otlû, Mustafa Nacî Toper û Volkan Ûyar Endamên Meclîsa ESPê, endamên partiyê Selver Orman, Îlke Başak Baydar, Yucel Karadag, Ozan Ozgenler, Ozancan Sari, Îlhan Aslan, Alper Kaba, Ezgî Bedel, Zekeriya Aykût Karnap û Gozde Sîvaslioglû.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de, bi ser malên endamên partiyê Ozgur Barçîn û Bedran Çogaltan jî hatiye girtin, lê ji ber ku ne li malê bûne, nehatine desteserkirin.
Bi ser mala parêzeran de jî girtine
Hatiye diyarkirin, di çarçoveya heman operasyonê de, bi ser mala parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) de jî girtine, lê di malê de kes nebûye.
Hatiye diyarkirin ku di lîsteya kesên bên desteserkirin de navê 17 kesan hene.
Di operasyonê de kesên hatine desteserkirin birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan çûne Midûriyeta Polîsan û xwestine bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêkbînin. Lê bi hinceta biryara sînordakirina 24 saetan heye, destûr nehatiye dayîn ku parêzer hevdîtinê pêkbînin.
Nûçegîhanê ETHAyê jî desteserkirine
Di heman demê de, Serdal İşik, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) jî ji ber dosyayek cuda hatiye desteserkirin.(AY/FD)
*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê