Ji bo nûçeya Tirkî
Beriya doza wezîfedarên dewletê ku di çarçoveya qetilkirina Hrant Dink de tên darizandin li ber Dadgeha Çaglayanê ji hêla Hevalên Hrant ve daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê hin wezîfedarên dewletê ji ber kuştina Dink vir ve mehek ewil doz hatiye vekirin û wiha hat gotin: ‘Li piştê perdeya vê cinayetê kî/kê hebe, kûrahiya vê bûyerên çiqas jî be heta ku li wan kesên sûcdar ceza neyê dayîn, em dê nobeta edaletê bidomînin û daxwaza edaletê her tim bînin ziman.’
Daxuyaniya Hevalên Hrant ku ji hêla Yildiz Onen ve hat xwendin bi vê rengê ye:
'Em mehek û nîv ewil, dîsa li vir ji bo nobeta edaletê hatin cem hev. Di netîceya dozên ku hatin yekgirî de hin wezîfedarên ku me ji destpêka darizandinê vir ve her dem îşaretê wan dikir, cara yekem mehek nîv ewil hatin darizandin. Yek ji wan sûcdaran çi digot: 'Me wekê dewlet çavên xwe ji kuştina Hrant Dink girt...' |
Derbarê kuştina Hrant Dink de rûniştina doza ku Serokê Daîreya Îstixbaratê Engin Dinç, Mudirê Emniyeta Stenbolê yê berê Celalettin Cerah, serokên berê yê îstixbaratê Ramazan Akyurek, Sabrî Uzaun, Ahmet Ilhan Guler, Mudirê Emniyeta Trabzonê ya berê Reşat Altay jî tê de tên darizandin, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 14. ê Stenbolê pêk were û 3 roj jî bidome.
(EA/ÇT/YO)