Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di vê tabloyê de bajar bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Heta 1ê Hezîranê li Tirkiyeyê 16 milyon û 669 û 103 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 12 milyon û 586 hezar û 561 kesan doza 2yem, li ser hev 29 milyon û 255 hezar û 664 doz derzî hatine kirin.
Li gorî vê tabloyê derzî herî zêde li Stenbolê hatiye kirin ku li ser hev 4 milyon û 784 hezar û 145 doz hatiye kirin. Piştî Stenbolê Enqere di rêza duyem de ye ku li wir jhi 2 milyon û 420 hezar û 306 doz hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê milyar û 579 milyon doz derzî kirine
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta 30ê Gulanê, li tevahiya Cîhanê milyar û 579 milyon û 416 hezar û 705 doz derzî hatine kirin. (KÖ/FD)