Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li ocaxa paxirê ya li Şêrwanê îro cenazeyê kedkarek din ji bin kavil de hat derxistin.
Cenazeyê Mahmût Batumakê ajokarê maşîneyê (28) duh saet 22:00ê şevê de ji bin kavil hat derxistin.
Cenazeyê ji otopsîkirinê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Sertê.
Bi vî awayî di encama cîneyate xebatê e hejmara kedkarên ku canê xwe ji dest dane derketa 12an. 4 kedkarên din hê jî di bin kavil de ne.
Di 17ê Mijdarê saet 20:30an de li ocaxa paxirê ku xweyî wê Park Elektirîka girêdayê Ciner Grupê ye ji ber hêzazê hilweşandin pêk hatibû 16 kedkar di binê kavilê de mabûn. Piştî wê yekê mudirê karsaziyî Mehmet Oguz hate girtin.
Ew ocaxa li Şêrwanê di sala 1969an de ji hêla dewletê ve hatiye vekirin û di 2004an de jî hatiye dewrkirin. Di wê ocaxê de 1080 kedkar dixebitîn; 480 ji wan kedkaran girêdayê Cinerê û yên din jî xebatkarên taşronan bûn.
Navên 16 kedkarê ku di bin kavil de mane wiha ne:
1-Savaş Kizilkan ji Amedê
2-Kerem Arat ji navçeya Şêrwanê
3-Murat Ant ji Şêrwanê
4-İbrahim Kilinç ji Sêrtê
5-Kasim Tari ji Amedê
6-Şefik Tuncer ji Êlihê
7-Sedat Bulut ji Şêrwanê
8-Abdurrahman Sonmezsoy ji Êlihê
9-Reşit Can ji Sêrtê
10-Halil başer ji navçeya Misircê ya Sêrtê
11-Mahmut Batumar ji Şêrwanê
12-Bedrettin Cayli ji Şêrwanê
13-Nusret Beyazalma ji navçeya Artêrmêtê ya Wanê
14-Yavuz Yildiz ji Şêrwanê
15-İsmail Tekin ji navçeya Dihê ya Sêrtê
16-Abdulbaki Aydin ji navçeya Dihê ya Sêrtê.
(EKN/YO)