Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 30em a Stenbolê li gorî biryara Dadgeha Destûrî tevgeriya ye û ji bo Prof. Dr. Serdar Degirmencioglûyê ji Zanîngeha Dogûşê hatiye avêtin û Alk. Doç. Dr. Ozlem Savaşa ji Zanîngeha Bilkentê, beraet kiriye.
Li 37em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) ya Stenbolê akademîsyen Esra Cesûr Erdem a ji Zanîngeha ODTUyê cara yekem e ku derketiye pêşberî heyeta dadgehê. Li ser daxwaza parêzerê Erdemê dadgehê biryar da û got ku dadgehkirin ne erka wan e û şandiye Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Enqereyê.
Stephensonî xwe parastiye
Li 36em DCGyê jî ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Prof. Dr. Ayşe Berkman, cara pêncem, ji Zanîngeha Bilgiyê dersdar Chris Stephenson cara yekem e ku derketiye pêşberî heyeta dadgehê.
Stephensonê paraznameya xwe pêşkêş kiriye.
Dadgehkirin hatiye taloqkirin
Dozgerê danişînê gotiye ku ew demkî hatiye wezîfedarkirin û ji bo nêrîna xwe ya dawî amade bike dem xwestiye.
Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye û biryar daye ku dadgehkirin 12ê Îlonê (sibê) berdewam bike.
Li 13em DCGyê doz hatiye taloqkirin
Li 13em DCGyê ji Zanîngeha Anadolûyê Alk. Doç. Dr. İlker Gokhan Şen jî di paraznameya xwe de biryara Dadgeha Destûrî bi bîr xistiye û daxwaza beraeta xwe kiriye.
Ji bo dozger nêrîna xwe ya dawî amade bike, dosya şandiye ber destê dozgerî û biryar daye ku dadgehkirin 5ê Kanûna Pêşiyê berdewam bike.
Li 25em DCGyê 12 akademîsyenan beraet kiriye
Di vê navberê heyeta 25em DCGyê bêyî ku akademîsyen beşdarî dadgehkirinê bibin biryara beraetê daye. Li gorî vê encamê, li Amedê sê, li Stenbolê 32 û li Îzmîrê jî du akademîsyenan beraet kiriye.
Ji 2yê Îlona 2019ê heta niha li ser hev 37 akademîsyenan beraet kiriye.
12 akademîsyenên ku beraet kirine
Ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Dogan Emrah Ziraman û Doç. Dr. Yildirim Şenturk, ji Zanîngeha Bilgiyê dersdar Ozlem Koseoglû, dersdar Yoruk Kurtaran û Doç. Dr. Bulent Bilmez, ji Zanîngeha Cumhûriyetê Prof. Dr. Alî Çelîksoz, ji Zanîngeha 29 Mayisê Alk. Doç. Dr. Hilal Alkan Zeybek, ji Zanîngeha Anadolûyê Alk. Doç. Dr. Kasim Akbaş, ji Zanîhgeha Kocaeliyê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu,, ji Zanîngeha Artûklûyê lêkolîner Asena Pala, ji Zanîhgeha Pennsylvaniayê T. E. K. û ji Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Erhan Unlu.
Akademîsyenên Aştîxwaz
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin. (TP/FD)