Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê duh li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de amarên nû aşkere kirin. Wezîrî ev zanyarî belav kirine:
Di 24 saetên dawiyê de li 3 hezar û 977 kesên din nexweşî peyda bûye. 127 kes mirine. Hezar û 523 kes baş bûne.
Testa 35 hezar û 344 kesan hatiye kirin. Heta niha testa 634 hezar û 277 kesan hatiye kirin.
Heta niha nexweşî li 86 hezar û 306 kesan hatiye dîtin. 2 hezar û 17 kes mirine.
Dermankirina hezar û 922 kesan li beşa nexweşiyên giran dewam dike, hejmara nexweşên entube hezar û 31 e. 11 hezar û 976 kes jî piştî dermankirinê baş bûne. .
Wezîrî her weha wiha gotiye: "Ew girîngiya ku hûn didin tedbîran encamên wê derdikevin holê. Me derfetên testên rojane zêde kir, heke hûn bi berpirsiyariyên xwe rabin wê hejmara pêketiyên nû kêm bibe. Bila baweriya we bi artêşa me ya tenduristiyê û sîstema me ya tenduristiyê hebe. Tedbîran sist nekin." (DB/FD)