Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş di 16ê Çiriya Paşiya 2021an de Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Malbat di roja 198emîn a Nobeta Edaletê de li pêş Saziya Tipa Edlî(ATK) bûne.
Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Herdem Mervanê axiviye û xwestiye ku divê girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş demildest were azadkirin.
Herdem Mervanê diyar kiriye ku ew 7 meh in di nobetê de ne û weha gotiye “Heta ku girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş di girtîgehê de bin em ê li vir bin. Em ê li qadan bin. Em ê van çalakiyên xwe bi serkeftî biencam bike”
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê jî di çalakiyê de amade bûne.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.(RT/AY)