Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di roja Yekşemê de sîyasetmedarê ji Katalûnyayê, Carles Puigdemont li Almanyayê hatibû desteserkirin, dadgeheka Almanyayê biryar da heta dadgeheka bilind ji bo şandin an neşandina Îspanyayê biryarê bide sîyasetmedarê navborî dê desteserkirî be.
Bixwîne - Saziyên sivîl ên Katalonyayê grev îlan kir
Di Çiriya Pêşiyê ya 2017ê de dema ku Carles Puigdemont serokê birêvebiriya Katalûnyayê bû, referandûmeka serbixwetiyê pêk anibû. Hilbijêrên ji Katalûnyayê biryar dabûn ku ew dixwazin Katalûnya ji Îspanyayê cida bibe.
Bixwîne - Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand
Dadgehên Îspanyayê ji ber pêkanîna referandûmê biryara girtina Carles Puigdemontî dabû.
Bixwîne - Serokê berê yê Katalonyayê wê îro li Almanyayê were dadgehkirin
Çi bûbû?
Pêvajoya desteserkirina Puigdemontî bi wê biryarê re dest pê kiribû ku 9ê Hezîranê ya 2017ê biryar hatibû standin ku di 1ê Cotmehê ya 2017yê de referandûma Serxwebûna Katalonyayê çêbibe.
Referandûm di bin êrîşên tund ên hikûmeta Îspanyayê de çêbû. Hat aşkerekirin ku di referandûmê de 2,3 milyon deng hatine bikaranîn û ji sedî 90,09ê dengên erê ji bo serxwebûnê bi kar anîbû. Lê hikûmeta Îspanyayê ev encam qebûl nekir.
Puigdemon û Meritxell Serret Wezîrê Çandiniyê, Antoni Comin Wezîrê Tenduristiyê, Lluis Puig Wezîrê Çandê û Clara Ponsati Wezîra Perwerdeyê 30ê Cotmehê derbasî Belçîkayê bûn.
Dadgeha Netewî ya Îspanyayê ji be rolê wan ê di ragihandina serxwebûna yek alî de 5ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê ji bo Puigdemont û çar wezîran bi tohmeta “serîhildana li hemberî dewletê, raperîn û bikaranîna xirap a malên dewletê” biryara girtinê derxist.
Piştî rojekê serokên Katalonyayê xwe radestî polîsên Belçîkayê kirin. 6ê Çiriya Paxiyê bi şertê kontrola edlî hatin tehliyekirin.(ŞA/MB)